Çîroka pêpûk û qirikê ji kultûra kurdî.



 

 

Qirik û pêpûkê ketne kêferatekê li dij hev li ser korteke avê. Her yek ji wan wê kortê ji xwe re qorîn dike. Û dibine dijberê hev û bi hev re naghêjin çaraserîyekê,  piştî dijberîyeke dûr û dirij gihîştin biryara ku herin berdestê dadwerê balendeyan, çûne ba û çîroka xwe jê re gotin, ji herduwan bihane xwest, kî bihaneyê bi destxîne kort ya wî ye, li hev du nihêrîn, û bê deng man...

Dema bêdengîya wan bi dirêjî da, dadwer tê gihîşt ku herdujî bê bihanene,  û biryar da ku kort ya pêpûkê ye.!

Pêpûkê seyr dît û gote dadwer: Bo çi te kort ji min re xist?!.

Dadwer lê vegerand û got: tu di nav xelkêde rastgo hatîye pê nasîn, û tu bûye pend bi te pendan davêjin û dibêjin:" ji pêpûkê rastir nînin "

Pêpûk hewşkî bê deng ma, û got: eger wekî tu dibêjî bi xwedê ez ne ewê ku bûye pend û deng daye di nava xelkê de bi vacayî wê dengvedanê ķar bikê , û ev kort ya qirikê ye...!

--------

Îşraq

 
Whatsapp