Çûkê sînorî


 

 

Li ser qereqola leşgeran sekinî piştî ko libek genim ji başûrê sînor xiste nav nikilên xweyî zêrînî

Xwe pelû dike ta vê liba genim daqurtîne

Ji leşkerê nobedar na tirse

Tev ko biryar pêre heye ko mirovên nêzîkayê li sînor bike wî nîşan tivinga xwe rastî sînga wî bike û bi kuje

Ne tenê morov çi bilive divê bê kuştin

Çêlek, pez ta livandina keroşkên bejî û tûmê ko li ber bayê kur bi heje

Tenê çûkê bi cûk di vê biryarê de hatiye ji bîrkirin

Hêlîna wî şûna mayînekê bû

Li ser têlên bi xar fêrî firandinê bû

Baskên xwe vedikr û sînor dibirî bê tirs li bakurî sînor pismamê wî bûn û li başûrjî xal û xwarzê wî bûn

Firya û xwe li ser darek tiwê danî

Dî piçek nanê işk li ser qadê ye bi êrîşeke dijwar û dilekî bê tirs xwe avêt pariyê nên lê ketî xefka zarokan ji wê rojê de çûkê reben bi melûlî jiyana xwe derbas dike

------------

Taha Husên

 
Whatsapp